Dayîk Jîyana Me Ye

  • 08 Mayıs 2016
  • 1.202 kez görüntülendi.
Dayîk Jîyana Me Ye

“Dayîk Jîyana Me Ye”

Dayîk peyva jîyanê ye
Bê dayîk jîyan tuneye
Bê dayîk dîrok tuneye
Erê!dayîk dîroka me ye.

Dayîk gula baxçê ye
Ku tu wext naçilmise
Û şev û roj ronî dike
Êrê!dayîk çira malê ye.

Dayîk hebûka me ye
Taca ser serê me ye
Ku bona me bi xem e
Êrê!dayîk dil-ceger e.

Dayîk sitêrka sibê ye
Timê di nav malê ye
Bê dayîk jîyan tuneye
Erê!dayîk jîyana me ye.

Dayîk stirana me ye
Ku di ser zarê me ye
Timê di nav dilê me ye
Êrê!dayîk xizna me ye.

< < R.T.X. > >
Têngîz Siyabendî
08 / 05 / 2016

ZİYARETÇİ YORUMLARI

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu aşağıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.

BİR YORUM YAZ

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.